Daniş-Beştaş: Ihtimal heye Komsyona Hevgirtinê ya meclisê bi Ocalan ra hevdîtinê pêk bîne
Îlon 24, 2025 17:50 Asia/Tehran
Berdevka Kongora Demokiratîk a Gelan (HDK) ragihand ku siberoja demajoya sîyasî li Tirkîyê bêyî hevdîtina rasterast tev Ebdullah Ocalan ne ya xeyalkirinê ye.
Meral Daniş- Beştaşê amajeyî hikolandina ezmûnên cîhanî û nêrîna çavdêran kir u got ku bihîstin ûguhdayîna ser nêrînên Ocalan ji bo pêşdebirina aştî û demokirasîyê pêwîst e û diqewime desteyeke Komsyona Hevgirtinê ya meclisê di rojên bê da bi wî ra hevdîtinê pêk bîne. Wê pêgirê kir ku wêdadayîna Ocalan ne digel rihê vê demajoyê ye.