Îlon 20, 2025 14:31 Asia/Tehran
  • Hikma cezakirin û qedexeya çalakîya sîyasî têkildarî Imamoglu hat erêkirin

Dadgeha Istenbolê hikma cezaya 2 sal u 7 meh zîndanê ya têkildarî Ekrem Imamoglu şaredarê wêdadayî yê Istenbolê erê kir.

Ekrem Imamoglu şaredarê Istenbolê berbijarê CHP ji bo hilbijartina serokomartîya Tirkîyê bû û bi vê hikmê di piratîkê da ew ji hilbijartinê hat bêparkirin.

Dosîyên din ên Imamoglu ji wan dosîysa gendelîyê û hevkarîya bi komên terorîst ra usa ku hikûmeta Tirkîyê idia dike, nika di halê şopandinê da ne.

Çavdêrên karên Tirkîyê dibêjin ku Dezgeha Dadwerîyê ya Tirkîyê bi fermana Erdogan reqîbên ihtimalî yên wî di hilbijartina bê da ji meydana sîyasetê wêda dide. 

Serepeyv