Erdogan: Ya hat serê Hîtler, dê were serê Netanyahu jî
Îlon 16, 2025 14:17 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkîyê got: Netanyahu dê tûşî çarenûsa Hîtler bibe.
Receb Teyyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê sîyasetên Serokwezîrê Rejîma SÎyonîst rexne kir û got: Netanyahu ji hêla îdolojîk va hema bêje nêzîkî Hîtler e. Çawan ku Hîtler nekarî têkçûna xwe tamul bike, Netanyahu jî dê tûşî heman çarenûs û qederê bibe. Serokên Rejîma Sîyonîst komeke cinayetker in ku nêrînên tund ên xwe veguhertine îdolojîya faşîstî. Serokomarê Tirkîyê herwiha bal kişand ser vê yekê ku Rejîma Sîyonîst gefeke aşkera himber pergala navdewletî ye, pêgirî ser yekitîya welatên misilman kir.