Roja çarenûssaz ji bo partîya herî mezin a dijberê hikûmeta Tirkîyê
Îlon 14, 2025 17:03 Asia/Tehran
Dadgeha Tirkîyê yê sibê derbara daxwaza ibtalkirina kongireya CHP wek mezintirîn partîya muxalefetê li vî welatî da biryarê bide.
Heke dadgeh hikma ``ibtalkirina tam`` bide, Kemal Kiliçdaroglu yê bizvire u serokê nika yê CHP yanî Ozgur Ozel divê wêda here. Ozel jî di dawîn axavtina xwe da gotîye ku ew û koma wî yê himber hikma ihtimalî ya ``ibtalkirina tam`` ber xwe bidin û li avahîya navendî ya partîya xwe bimînin û dê heta himber polîsan jî bisekinin.
Ozgur Ozel herwiha ragihandîye ku heke biryara ibtala tam were dayîn, yê ji gel bixwaze ku CHP biparêzin.