Îlon 15, 2025 19:03 Asia/Tehran
  • Doza betalkirina kongreya CHPyê careke din hat taloqkirin

Rûniştina pêncan a doza ku bi daxwaza betalkirina Kongreya 38an a Asayî û Kongreya 21an a Awarte ya CHPyê hatibû vekirin, bêyî ku biryarek were dayîn, hat bipaşxistin.

Serokê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ku dihat îdiakirin dê wekî qeyûm bê tayînkirin neçû hola dadgehê.

berî rûniştinê li dadgehê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê hatin girtin.

Doza derbarê betalkirina Kongreya 38an a Asayî ya CHPyê ya 2023yan û Kongreya 21an a Awarte ya 2025an, piştî guhdarîkirina aliyan heta 24ê Çiriya Pêşîn hat taloqkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Kongreya 38an a Asayî ya CHPyê, lêpirsîna bêusûliyê dabû destpêkirin.

Şaredarê berê yê Hatayê Lutfu Savaş û hinek delegeyan, ji bo betalkirina kongreya CHPyê ya 2023yan li dadgehên cuda doz vekiribûn.

Li gorî nûçeyeke din, piştî girtin û rawestandina xebata Ekrem Îmamoglu ji karê Şaredarê Stenbolê, Serdozgeriya Bakirkoyê bi tohmeta îhanetê dosiyek nû li dijî wî vekiriye, ku ji aliyê dadgehê ve hatiye qebûlkirin.

Dozger vê sûcê re  di navbera 3 meh û 15 roj û 2 sal û 4 meh  ji bo Îmamoglu  ceza biriye.

Her wiha Serdozgeriya Stenbolê lêpirsînek li ser weşandina wêneyên civîna dadgeha têkildarî dîplomaya sexte ya Îmamoglu ser medyaya civakî destpê kiriye.

Ev kiryar piştî wê cih hat ku hin kesên di  nav hola dadgehê de wêne kişandine û li  nav medyaya civakî weşandine

Serepeyv