Desteserkirina şaredarekî û 47 rayedarên dijberê Erdogan li Stenbolê
Îlon 14, 2025 18:20 Asia/Tehran
Rayedarên Tirkîyê duh şaredarekî navçeyeke Istenbolê digel 47 rayedarên din bi tawana gendelîyê desteser kirin.
Berî vîya jî, Serdozgerîya Tirkîyê fermana desteserkirina 48 gumanbaran ji wan a şaredarê navçeya Bayram Paşa ya Istenbolê ku di destê neyarên hikûmeta Erdogan da ye, dabû.
Nivîsgeha serdozgerîya Istenbolê ragihand ku ew kesana têkilîdarî lêkolînên derheq istandina dirav bi darê zorê, bertîl, gendelî û sextekarîya di îhaleyan li Şaredarîya Navçeya Bayram Paşa ya Istenbolê hatine destserkirin.
Di mehên vê dawîyê da zêde ji 12 şaredar ji wan Ekrem Imamoglu Şaredarê Istenbolê ku yek ji reqîbên Erdogan tê hesêb, bi tawanên mînanî tawanên hanê hatine girtin.