Îlon 13, 2025 20:02 Asia/Tehran

Rayedarên dadweriyê yên Tirkiyê îro di dewama girtina şaredaran û siyasetvanên dijberê Erdogan da , şaredarê navçeya Bayrampaşa ya bajarê Stenbolê û 47 berpirsên din girtin.

Nivîsgeha Serdozgeriya Stenbolê fermana  girtina van rayedaran têkildarî dosiyekê bi tohmeta zorbêjî, istandina bertîlê, sextekarî û hevkariya di îhaleyên şaredariya navçeya Bayrampaşa a Stenbolê de daye. Hesen Mûtlû, Şaredarê Bayrampaşayê di daxuyaniyekê de li ser tora civakî ya X`ê, tometên dozgeriya Stenbolê dijî  xwe red kir û nivîsî : Tiştê ku diqewime operasyona siyasî û buxtanên bê bingeh e. Niştecihên Bayrampaşayê, bila piştrast bin ku em ê bi hev re dijî van buxtan û kiryarên şaş ser kevin. Di yeksala borî de, rayedarên Tirkiyê bi sedan  şaredar û siyasetmedarên dijberê  Receb Teyib Erdogan Serokkomarê vî welatî girtine. Hesen Mûtlû Şaredarê Bayrampaşayê 17emîn şaredarê ser bi  CHP ye ku par hat girtin. Di nav kesên hatine girtin de şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî heye. Bi sedan rayedarên şaredariyên Tirkiyê jî di mehên borî de bi tohmeta gendeliyê hatine girtin. Ajansa Anadolûyê ragihand ku Îmamoglu wekî hevrikê herî sereke yê Erdogan di hilbijartinên serokkomartiya  sala bê de dihat berçavgirtin û girtina wî bû sedema pêleke nerazîbûnên berfireh.

CHP van girtin û tohmetana beşek ji kempêyna êrişê ya hikûmeta Enqerê bona lawazkirina muxalifetê û xweşkirin rê li ber heyamek pêncsalî ya din ji bo Erdogan dizane lê hikûmeta Erdogan van îdiayan red dike û tekez dike ku dadgehên Tirkiyê serbixwe ne. Biryar e duşemiya bê dadgeheke Tirkiyê  derbarê  betalkirina  kongreya CHP a 2023an de biryarê bide Ev biryar dikare bibe sedema guhertina rêberên vê partiyê û rewşa vê partiyê aloz bike. 

Serepeyv