Îlon 12, 2025 13:40 Asia/Tehran
  • AKPê: Demajoya çareserîyê rojeva bingehîn a civînên me ye

Berdevkê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya Tirkîyê amajeyî demajoya çaresrîyê kir û got ku ev mijara di civînên me da rojeva bingehîn e.

Umer Çelîk Berdevkê AKPê piştî civîna navenda biryardanê ya AKPê ku du hat lidarxistin, got: Di civînên navendina birêvebirin û biryardanê ya partîya me da, yek ji mijarên bingehîn û rojeva me, Tirkîyeya bêteror e. Em hemî karên xwe têkildarî Tirkîyeya bêteror bi awayekî baldarane dikin û li gorî xişteya demê û istiratejîyeke guncav berdewam dikin û lêjneya taybet jî li parlimanê karê xwe dike.

Berdevkê AKPê herwiha pêgirî kir ku çekdanîna PKKê hemî hêzên ser bi vê rêxistinê jî digire ber xwe û got: Rojeva me çekdanîn û şewitandina çekan e. Bilî vîya ti daxwazeke cida û guhertin ne mijara me ye. Heke derveyî van babetana pêngav bê rakirin, dê ti roleke erênî ji bo demajoyê tinebe. 

Eva dihalekî da ye ku Lêjneya Palpiştîya Niştîmanî, Birayetî û Demokirasîyê ku taybetî demajoya çareserîyê ye, bi serokatîya Nu`man Kurtulmûş Serokê Meclisa Tirkîyê civînnê xwe didomîne. 

Serepeyv