Jordaçûna hejmara girtiyên Tirkiyê tevî pêşketinên demajoya aştiya bi PKK`ê re
Îlon 06, 2025 11:09 Asia/Tehran
Tevî pêşketinên di gotûbêjên aştiyê navbera hikûmeta Tirkiyê û PKK`ê de hejmara girtiyan li vî welatî gihîştiye asta herî jorîn a di dîrokê de.
Kovara Neşnal Kantêkstê ragihand: Di halekî de ku demajoya aştiyê di navbera hikûmeta Tirkiyê û PKK`ê de derbasî qonaxên pêşketî bûye, serkutkirina dijberan li vî welatî zêde bûye û hejmara girtiyan gihîştiye asta herî jorîn a dîroka Komara Tirkiyê û tenê ji Çille heta Îlona 2025`an nifûsa girtîgehan 36 hezar zêde bûye û rekorek nû tomar kiriye. Hetanî 1`ê Îlona 2025`an hejmara giştî ya girtiyan li Tirkiyê gihîştiye 419 hezar û 149 kesan.