Îlon 03, 2025 17:14 Asia/Tehran
  • Baxçelî: Eger hevhatin tûşî şikestê bibe, operasiyona hevpar a Tirkiye û Sûriyê webirr e

Serokê Partiya Hereketa Netewî ya Tirkiyê(MHP) pêhişyarî da hêzên HSD`ê û ragihand ku eger hevhatina di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyê de cih neyê, operasiyona hevpar a leşkerî ya Tirkiye û Şamê wê bi hetm were lidarxistin.

Dewlet Baxçelî PYD û HSD`ê pişkek ji PKK`ê da zanîn û îdia kir ku ev hêzane di bin bandora Rejîma Siyonîst da ne. Baxçelî got: Tenê du rê mane: Yan aşitî, aramî û istiqrar wê li Sûriyê pêk were yan jî wê bi xeyalên Rejîma Siyonît wê ev welata perçe bibe û şerrê navxweyî wê bi rê keve. Dewlet Baxçelî got: Hevalbendiya Amerîkayê û Rejîma Siyonîst her rojê zêdetir Sûriyê ber bi şerrê navxweyî û perçebûnê ve kaş dike û eva tenê xeterek ji bo Sûriyê nîne belke gefeke mezin ji bo Tirkiyê jî tê hesêb. 

Serepeyv