Serokê fraksiyona DEM partiyê divê komîsyon bi awayekî cidîtir bixebite
Tebax 27, 2025 15:47 Asia/Tehran
Serokê fraksiyona DEM Partiyê daxwaza hevdîtin û diyaloga rasterast di navbera endamên komîsyonê û Ebdullah Ocalan de kir.
Sezayi Temeli got ku ev pêvajo ketiye qonaxek hesas, lê divê komîsyon bi awayekî cidîtir bixebite û bala xwe bide ser mijarên bingehîn. Temeli her wiha got: Heta ku hevdîtinek fermî bi Birêz Ocalan re çênebe, komîsyon nikare bi bandor karê xwe bike. Temelî li her wiha destnîşan kir ku komîsyonê vê hefteyê guh daye şanda Îmraliyê û ev pêvajo dê heta nîvê Îlonê berdewam bike.