Tebax 26, 2025 13:29 Asia/Tehran
  • Parêzerê şaredarê girtî yê Stenbolê hat girtin

Rayedarên sîstima dadweriya Tirkiyê parêzerê Ekrem Îmamoglû, şaredarê berê yê Stenbolê, di çarçoveya hin lêkolînan de bi tawana gendeliyê girtin.

Yilmaz di çarçoveya lêkolînên bi armanca hilkolandina tawanên gendeliyê yên şaredariya bajarê mezin ê Stenbolê de hatiye girtin. Ew di bin tiwdîrên giran ên ewlehiyê de bo Stenbolê hat veguhestin. Ev kar giranbûna karên qanûnî dijî tîma parêzerên Îmamoglû nîşan dide. Ekrem Îmamoglû, şaredarê berê yê Stenbolê û berendamê serokomartiyê, meha Adara buhurî, rojek piştî îbtalbûna belgeya wî ya  xwendina li zanîngehê bi tawana gendeliyê hat girtin.

Serepeyv