Tebax 18, 2025 17:35 Asia/Tehran
  • Astengiya nû ser rêya jiçekkirina PKKê, xitimîna rêya guhertina destûra bingehîn a Tirkiyê

Partiya Hereketa Neteweyî (MHP) ya Tirkiyê bi aşkirayî ragihand ku 6 xalên destûra bingehîn a vî welatî wek xetên sor dizane û dê qet îzna guhertina wan nede.

Fethî Yildiz Cîgirê serokê MHP got ku hewldana bidawîkirina çalakiyên koma terorîst a PKKê û pêkanîna Tirkîyeya bêyî teror destpêşxerîya Dewlet Baxçelî ye û Erdogan jî bi piştgiriya ji vê pêşniyarê rê jibo aşitiyê vekiriye.

Fethî Yıldız  her wiha got: Em derbarê pirsgirêkek cidî ya 41 salî da xeber didin ku bandor li Tirkiyê û welatên cîran kiriye. Derfeteke mezin pêşberî me ye da ku em belaya terorîzmê ku enerjiya welatê me dayêxistiye û bûye sedema xercekî civakî yê mezin, bavêjin zibildanka dîrokê. Lê di vê rêyê de, xetên me yên sor ên girîng hene. Wek mînak 6 xal di destûra bingehîn a Tirkiyê de li gor  me nayên guhertin û em ê qet nehêlin ku ev 6 xal werin guhertin an sererastkirin.

Serepeyv