Tebax 16, 2025 19:43 Asia/Tehran
  • Girtina şaredarê yek ji navçeyên sereke yên Stenbolê

Rayedarên Tirkiyê ragihandin ku şaredarê navçeyeke sereke û girîng a Stenbolê û 40 kesên din hatin girtin.

Girtina Înan Gûnêy, şaredarê navçeya Beyoglu ya Stenbolê, serkutkirina opozîsyona Tirkiyê zêde kiriye û girtina wî girêdayî bi beşek ji lêkolînên li ser gendeliya aborî û îdarî bûye.

Badîgardê vî şaredarî, şêwirmendê wî û cîgirên wî hemû di nav girtiyan de ne.

Navçeya hanê li Stenbolê ji aliyê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) a  Tirkiyê  ve tê birêvebirin.

Şaredariyên ku ji aliyê vê partiyê ve têne birêvebirin, îsal rastî pêlek girtinê hatine, ku bi girtina Ekrem Îmamoglu di meha Adarê de dest pê kir.

Serepeyv