Tebax 07, 2025 14:14 Asia/Tehran
  • Berdevka DEM Partiyê: Em di qonaxeke diyarker de ne û divê ji bo guhertina qanûnê xebat were kirin

Ayşegul Dogan Berdevka DEM Partiyê derbarê avakirina komîsyoneke taybet li parlemana Tirkiyê bo mijara çekdarkirina PKKê de ragehand ku em di qonaxeke girîng û diyarker de ne û divê ji bo guhertina qanûnê xebat were kirin.

Ayşegul Doganê îro di civîneke çapemenîyê da got :Em bi avakirina komîsyonê ketine qonaxeke girîng û çarenûsaz. Girîng e ku bingeha pirsgirêkan were diyarkirin. Her çend avakirina komîsyonê girîng û bibandor e. Ew nikare bi tena serê xwe pirsgirêkan çareser bike. Lewma pêwîst e ku siyaset û civak bicivin û bi hev re pirsgirêkan çareser bikin. Berdevka DEM Partiyê pirs kir: Gelo  dewlet, hikûmet, opozîsyon, siyaset û civak çawa ji bo serdema nû amade dibin?Yek ji mijarên ku divê bibe mijara gotûbêjê û xebat li ser were kirin ev e ku ev pêvajo wekî pêvajoyek guhertina piralî were nirxandin.Divê neyê jibîrkirin ku bingeha derfetên vê qonaxa çarenûsaz dê bi têkoşîna hevbeş pêk were û bi opozosyoneke bihêz pêkan dibe.

Serepeyv