Agirê berbûye daristanên 4 parêzgehên Tirkîyê didome
Tîrmeh 26, 2025 14:50 Asia/Tehran
Agirê ku berbûye daristanên 4 parêzgehên Tirkîyê, hela jî didome.
Agirê ku ji sêşema hefteya buhurî va ber bûye daristanên herêmên Gazî Paşa û Alanîya yên parêzgeha Antalîyayê û daristanên parêzgehên Karabûk, Mugla û Mersînê hela jî didome û nehatîye vemirandin.
Di vê navberê da ba tê û bi berdewamî bera wî diguhere, lewma karê personelên agirvemirandinê li daristanên ketine ber êgir, zehmet bûye. Herwiha hin mal û gundên Antalîyayê ji ber ihtimala pekîyana gurrîyên êgir hatin valakirin.
Agirê ku berbûye parêzgeha Karabûkê li bakura Tirkîyê jî ku ev 3 roj in dest pê bûye, hela didome.
Wezîrê Cotkarîyê yê Tirkîyê 2 rojan berî nika got ku 10 personelên avirvemirandinê di nav gurrîyên êgir da asê mabûn û can dan.