Desteka ji çekdanîna PKK'ê
Tîrmeh 24, 2025 18:38 Asia/Tehran
Li gorî rapirsiya Şîrketa Lêkolînê ya AREAyê, ji sedî 58,3yê welatiyan pêvajoya çekdanîna PKKê erênî dibînin û nêrîna ji sedî 34ê xelkê jî neyînî ye.
Encamên rapirsiya Şîrketa Lêkolînê ya AREAyê di 17-21ê Tîrmehê de li 26 bajaran û 87 navçeyan li Turka de bi beşdariya 2 hezar kesan pêk hat. Encamp nîşa didin Piştgiriya gelê Turka ji vê pêvajoyê ji sedî 58,3 ye
Rêjeya kesên ku bi erênî li pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' dinêrin ji sedî 58,3 ye, yên neyînî dinêrin ji sedî 34 e û yên ku fikra xwe diyar nekirine ji sedî 7,7 e.
Rêjeya kesên ku dîmenên şewitandina çekan ên PKKyê erênî dibînin ji sedî 55,6 e, yên neyînî dibînin ji sedî 38 e û yên ku fikra xwe diyar nekirine ji sedî 6,4 e.