Karesat li Eskîşehrê; 10 personelên hawargiheştinê bi saxî di nav êgir da şewitîn
Tîrmeh 24, 2025 15:38 Asia/Tehran
Dema operasyona vemirandina agirê ku berbûye daristanên Eskîşehra Tirkîyê, 10 personelên hawargiheştinê bi saxî di nav êgir da şewitîn.
Di encama operasyona vemirandina agirê ku berbûye daristanên herêma Seyîd Gazî ya Eskîşehra Tirkîyê da, 5 parêzvanên daristanê û 5 kesên xwebeşx ên Rêxistina Hawargiheştin û Rizgarkirinê di nav êgir da şewitîn.
Wezareta Cotkarî û Parastina Daristanan a Tirkîyê ragihand: Ji ber guherîna nişkêve ya bera bayê, bi dehan personelên hawargiheştinê di nav gurrîyên êgir da asê man û mixabin 10 kesan can da.
Li gorî gotina Wezîrê Cotkarîyê, 24 kes di vê bûyerê da asê bibûn ku 7 kes birîndar bûn, 6 kes ji wana piştî dermankirinê, izna derketina wan ji nexweşxanê hat dayîn, lê rewşa birîndarekî giran û xeddar e.