Zêdebûna qeyrana aborî li Tirkiyê
Li gorî rapora lêkolînê ya Doyçê Banka Almanyayê ser navê Nexşeya Bihayên Cîhanê yên 2025an, di 12 salên borî de li Tirkiyê bihayên kivşbûyî bo bikirran, xercên xanîberan, otomobîl û teknolojiyê, sedî 1000 zêdetir zêde bûne, ku ev yek jî aboriya Tirkiyê rastî işkestê aniye.
Li gorî encamên lêkolînên Doyçê Banka Almanyayê ku ser demajoya sereke ya buhayên kivşbûyî bo bikirran li seranserê cîhanê li 2025an rawestiyaye, Tirkiye di nav sê welatên cîhanê de cih digre ku têde zama aborî û zêdebûna bihayê bi awayekî bê reje zêde bûye. Li gorî rapora Doyçe Bankê, Stenbol bûye şehedê yek ji bilindbûnên herî zêde yên bihayên xanîberan li cîhanê . Xerca navînî ya kirîna apartmanekê li navenda bajêr di dereqa pênc salan de sedî 103.5 zêde bûye û ev zêdebûn, digel mûçeyên kêm û bêguherîn kirîna xanîberan ji bo gelek kesên bi dahata navîn ji nav biriye.
Doyçe Bankê ragehandiye Stenbol her wiha di pênc salên borî de di warê zama kirkirinê de jî di cîhanê de di rêza yekem de ye. Tirkiye Today her wiha ragihand ku zêdebûna ferqa bihayê li Tirkiyê têkelbûna sermala zêde , xerca hawirdekirinê û daketina nirxê lîreyê nîşan dide.
Daketina nirxê lîreyê, zêdebûna bêreje a bihayê kelûpelan, mûçeyên kêm ên karmendan, zêdebûna bêkariyê û nebûna kar ji bo xwendayên ciwan, kûrbûna cferqa çîn û qatan û rewşa siyasî ya pêşbînînekirî li Tirkiyê ji van hegeran in asta nerazîbûnê li vî welatî zêde kirine.
Jordûna dahatan li Tirkiyê pir kêmtir ji zama aborî ye qelişta hêza kirrînê zêde dike. Zama aborî ya demdirêj a Tirkiyê, ku ji sala 2012an vve bi awayekî komî hatiye pîvandin gihîştiye sedî 1041 ku piştî Arjantînê duyemîn rêjeya herî bilind a cîhanê ye.
Raporta Tirkiye Today tekez dike ku di vê heyamê de, lîreya Tirkiyê nêzîkî sedî 80ê nirxa xwe li hember dolarê Amerîkayê ji dest daye ku ev yek xerca kelûpelên hawirdekirî û xercên bi dolar ve girêdayî zêde dike. Karzanên siyasî ser vê bawerê ne ku berpirsên hikûmeta Tirkiyê ji bo xilasbûna ji qeyrana aborî li dû ceribandinên aborî yên nehatine ceribandin digerin, û bê guman, heta niha ev yek ji bo Enqerê encamek erênî tinebûye.