Tîrmeh 16, 2025 16:45 Asia/Tehran
  • Dîsan agir berbû daristanên Tirkîyê

Piştî derbasbûna du heftiyan ji mezintirîn şewata daristanan li Tirkiyê, vê carê daristanên Tekirdagê li rojavayê vî welatî ketin ber şewatek berfireh.

Şewata daristanên Tekirdagê ku ji duh ve li herêma Şenkoy ya bajarê Şarkoyê dest pê kir, ji ber bayê tund ê îro gihîştiye sînorê daristanên Çanakqeleyê û  hewildana hêzên vemirandina êgir bo vemirandina êgir ji erd û  esman ve berdewam e. 

Li gorî agahiyan, çar balafir û şeş helîkopterên avreşan, digel bi dehan wesayîtên vemirandina êgir  di operasyona vemirandinê de beşdar bûne û hêzên rizgarkirinê çar deverên xelknişîn yên nêzî şewata daristana Tekîrdagê vala kirine. Hemû salê, di demsala germ a havînê de, Tirkiye bi şewata daristanan re rû bi rû dibe.

Serepeyv