Perwîn Bûldan: Dem Partî bi MHP û AKP`ê hevalbendiyek ji bo pêşdabirina pêvajoya nû ya aştiyê ye
Tîrmeh 13, 2025 17:47 Asia/Tehran
Cîgira serokê Parlimanê û endama taxima Îmraliyê ji Dem Partiyê, li bara hevrêtiya AKP, MHP û DEM Partiyê pêgîrî kir ku eva hevalbendiyeka siyasî yan ji bo hilbijartinê nîne belke hevalbendiyek ji bo pêşdabirina pêvajoya nû ya aştiyê ye.
Perwîn Bûldan wek berteka li hember axiftina Erdoganê serokomarê Tirkiyê li bara rabuhuriyê û rexneyên li hember siyasetên hikûmetê di deh saliyên buhurî de girîng da zanîn û got: Ev axiftin, nihêrîneka giştalî û berpirsane hebûn. Bûldan bi pêgîriya li ser lezandina pêvajoya nû got: Komîsyona ku pêk tê nabe ku bimîne derengiyê. Her derengiyek dikare rê ji bo liv û tevger û destwerdanên kawilkir xweş bike. Ji bo serkevtina vê pêvajoyê divê pêngavên bilez bên rakirin.