Bertekên li ser çekdanîna PKKê, Erdogan: me biryar da ku em bi hev re bimeşin
Serok komarê Tirkiyê got AK Partî, MHP û DEM Partî me biryar da ku bi hev re bimeşin.
Recep Tayyîp Erdogan got di bidawînebûna terorê de hinek kiryarên xelet ên dewletê jî rol lîstine û got: Gelek xeletî hatin kirin, şewitandina gundan, qedexekirina axaftina bi Kurdî xelet bûn.
Erdogan her wiha anî ziman: Piştî çalakiyên destpêkê yên sala 1984an, Komara Tirkiyeyê serî li her rê û rêbazan da lê bi ser neketin. Wî got Bi danîna çekan a PKKyê Tirkiye bi ser ket.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî jî piştî merasîma çekdanînê ya PKKyê, ji bo Demîrtaş peyam şand û got "Di pêkhatina vê encamê de keda wî gelekî hêja û bibandor bû.
Demîrtaş jî bi destxeta xwe peyamek ji Bahçelî re nivîsandiye û ji ber tevkariyên wî spasiyên xwe, silav û rêzên xwe pêşkêş kiriye.
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu derbarê îmhakirin û şewitandina çekan a 30 gerîlayên PKKyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û wiha got Rêyeke din nîne! Tovên dijminatiyê li ser vê axê hêşîn nebûn û dê hêşîn nebin jî.
Dijminatî têk çû! Dê biratî bi ser bikeve, dê qencî serwer be.”
Serokê CHPyê jî li ser îmhakirina çekan a PKKyê daxuyanî da
got, Em bi kêfxweşî pêşwaziya gava sembolîk a danîna çekan a rêxistina terorê dikin.”
Ozgoe ozel got Em hêvî dikin ku ev gav bibe destpêka serdemeke ku çek bi temamî bêdeng bibin.