Tîrmeh 10, 2025 16:16 Asia/Tehran
  • Erdogan: Em ketine qonaxeke nû ya bi hêvî

Receb Tayîb Erdogan di axaftina xwe ya li Parlemanê de hevdîtina bi şanda Îmraliyê ya Dem Partiyê re erênî û dostane bi nav kir û tekez kir ku Tirkiye li ber wergirtina nûçeyên erênî yên li ser aştiyê ye.

Erdogan, serokomarê Tirkiyê û serokê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) di civîna heftane ya koma Parlimanê ya partiyê de li ser pêşketinên siyasî yên dawî û pêvajoya hevdîtinên ji bo çareserkirina pirsa Kurdan li welêt axivî. Wî bal kişand ser hevdîtina xwe ya bi şanda Îmraliyê ya girêdayî Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) re, ku ji Pervîn Bûldan û Mîdhat Sencer pêk dihat kir û ev civîna avaker û dostane wesif kir û got: Di rojên pêş de, em ê bikevin qonaxekê ku em ê nûçeyên erênî werbigirin.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Erdogan careke din Partiya Komarxwez a Gel(CHP) da ber rexneyan û got: Koka bêsebriya CHP`ê vedigere 14`ê Gulana 1950`an. Eva ku timî dirûşma maf û qanûnê diqêrin, tiştekî naguhere. Tiştê ku ew ji siyasetê fêm dikin, destidrêjiyek e li desthilatê bi komployên navxweyî û derveyî ye.

Serepeyv