Tîrmeh 08, 2025 21:47 Asia/Tehran
  • Serokê CHP`ê: Em piştgiriyê didin merasîma çekdanîna PKK`ê

Serokê Partiya Komarxwez a Gel (CHP), li bara pêvajoya aştiyê got ku derfetek çêbûye ku li Tirkiyê pirsgirêkek 100 salî were çareserkirin û pirsgirêka terorê li Tirkiyê xilas bibe.

Ozgûr Ozel herwiha got: Divê Kurd û Tirk bi hev re bixebitin û ji vê derfetê sûdê werbigirin. Wî her wiha got, eger ev derfet ji dest here, çareserî çênabe.

Ozel got ku nebûna nûnerên CHP`ê di merasîmê de nayê wê wateyê ku ew piştgirîya pêvajoya çekdanînê nakin, berovajî vê, ew piştgirîya merasîma çekdanînê dikin û pêşwazîya wê dikin.

Beşa Medyayê ya KCK`ê di e-nameyekê de ragihand ku merasîm yê di wextê xwe de were lidarxistin, lê ji ber rewşa ewlehiyê bêyî hebûna dezgehên medyayê û rojnamevanan dê bi rê ve here.

Serepeyv