Şewatên daristanan pekiyan navçeyên curbicur ên Tirkiyê
Tîrmeh 04, 2025 15:05 Asia/Tehran
Şewatên li daristanan li navçeyên curbicur ên Tirkiyê hîna jî didomin.
Tevî hewldana hêzên agirwemirandinê ji erd û esmîn ve, bayê guj karê wan giran kiriye. Anegorî agahiyên ku bi dest ketine hêzên agirwemirandinê bi 6 balafir, 19 hêlîkopter û nêzî 60 tirombîlên avreşandin û çêkirina rê, hîna jî ji bo wemirandina êgir di vê navçê de hewl didin. Anegorî agahiyên ku hatine ragihandin nika agirpêketinên li daristanan li 7 parêzgehên vî welatî didomin.