Tîrmeh 04, 2025 11:24 Asia/Tehran
  • Destpêbûna fermî ya jiçebûna PKK`ê di heftiya dahatî de

Yekemîn koma PKK`ê wê di hefteya dahatîû da çekên xwe radest bike.

Ev kiryar nîşana yekem a berbiçav a pêkanîna biryara PKK`ê ya ji bo hilweşandin û bidawîanîna têkoşîna çekdarî ye; Biryarek ku di meha Gulanê û li dû bangevaziya Ebdulah Ocalan, serokê girtî yê vê komê hate dayîn. Zagros Hîwa, berdevkê PKK`ê, ragihand ku di vê merasimê de 20 heta 30 endamê wê ji çiyayên bakûrê Iraqê dakevin û çekên xwe yên sivik îmha bikin. Di halekî de ku hîna bertekwka fermî ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve li ser vî nûçeyî belav nebûye, Umer Çelîk, berdevkê AKP`ê berî nika ji îhtimala destpêbûna demlidest a jiçekirina PKK`ê di rojên dahatî de agahî dabû. Wî herwiha basa hevdîtina demlidest a Erdogan bi nûnerên partiyên Kurd ên Tirkiyê ji bo hilkolandina  pêvajoya aştiyê kiribû.

Serepeyv