Pêhişyariya HPG: Eger êrişên Tirkiyê bidomin em ê bersivê bidin
Hezîran 13, 2025 13:39 Asia/Tehran
HPG`ê pêhişyarî da ku eger êrişên Tirkiyê ser pêgehên PKK`ê bidomin, ev êriş wê bêbersiv nemînin.
Tevî biryara hilweşandina nijyara PKK`ê di Kongreya 12`emîn de, Êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê berdewam dikin. HPG`ê pêhişyarî da ku bikaranîna berfireh a çekên qedexekirî û dorpêçkirina çeperên PKK`ê dikare bibe sedema bidawîhatina agirbesê û destpêkirina operasyonên tolhildanê. Ji 9 heta 12`ê Hezîranê, bi dehan êrîşên bejahî û hewayî li herêmên Zap, Metîna û Gareyê hatin kirin.