Li Tirkiyê bank nikarin 2 milyar dolar deynê dane, ji xelkê bistînin
Hezîran 09, 2025 20:54 Asia/Tehran
Li gorî amarên Banka Navendî ya Tirkiyê, deynê kirîdiyên welatiyan ên ku bankan dane kompanyayên taybet gihiştiye 79 milyar lîreyan ku dike 2 milyar dolar.
Li gorî Rapora Seqamgiriya Fînansê ya Banka Navendî ya Tirkiyê, bankên ku nekariye deynê krediyan ên 2 milyon û 76 hezar kesan wergirin ev deyn firotine “kompanyayên birêvebiriya hebûnê.”
Kompanyayên taybet deynê welatiyan ên ku nayên dayîn bi bihayekî kêmtir ji bankan dikirin û ligel deyndaran dem û plana deynan ji nû ve rêk dixin.
Pispor li Tirkiyê hişyariyê didin û dibêjin zêdebûna deynên di bin şopandina yasayî de ji bo rewşa aborî ya malbatan û sîstema bankan pirsgirêkên mezin bi xwe ra tîne.