Ocalan xitabî PKK`ê: Çekên Xwe daynin erdê
Hezîran 05, 2025 15:36 Asia/Tehran
Rêberê hewskirî yê PKK`ê di nameyeke dîrokî de daxwaza bidawîhanîna têkoşîna çekdarî û hilweşandina PKK`ê kir.
Ebdullah Ocalan di nameya xwe ya ji PKK`ê re tekez kiriye ku serdema têkoşînê qediyaye û divê ber bi siyaseta demokratîk û civaka sivîl a çalak ve bimeşin. Ocalan modêlek nû bi navê sosyalîzma civaka demokratîk pêşniyar kiriye da ku şûna pêkhateyên leşkerî û li gorî bingeha himûmetê bigire. Di nameyê de hatiye:
PKK êdî kiryareke karzas û bi mifa tine û berdewamiya rê bi bîrdoziya leşkerî dubarekirina şaştiyên berê ye.Wî muzakirên berê yên bi hikûmeta Tirkiyê re bêbandor zanî û daxwaza guhertina paradaym û bîrdoziya partîtiyê kiriye û ji kongreyê xwestiye ku li şûna pêkhateyeke çekdarî veguhere toreke sivîl, çandî û civakî.