Birrîna daran li Gabarê gelê navçeyê dilnigeran dike
Hevgavê berdewambûna derxistina niftê li Çîyayê Gabarê li derdora Şirnexê ji hêla delweta Tirkîyê va, birrîna bêreje ya daran û têkdana daristanan jî gellekî zêde bûye û ev yek bûye sedema dilnigeranbûna gelê herêmê.
Di halekî da ku têkdana jîngeha herêma Gabarê ser bi parêzgeha Şirnexê li Tirkîyê bi awayekî lezgîn didome, dîmenên nû nîşan didin ku bi sedan ton darên hatine birrîn, li rex cadeyan hatine komkirin. Di 2 salên vê dawîyê da, birrîna daran bi heceta bîrkolana ji bo derxistina niftê û avakirina binkeyên leşkerî zêde bûye û gelê herêmê jî ji ber vê rewşê nerazî ne.
Li gorî raporan, darberûyên ku temenê hinekan çendsed sal e, tên birrîn û ji daristanan bo deştê tên veguhestin û paşê bi kamyonan bi merema firotinê bo şarên din tên veguhestin. Li gorî amaran, rojê nêzîkî 100 kamyonên hilgirê daran ji vê herêmê bi rê dikevin.