Tirkîye: Em leşkerên xwe ji Sûrîyê dernaxin
Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê bi aşkirakirina muzakireya berdewam a di navbera vî welatî û Rejîma Sîyonîst da pêgirî kir ku em dê leşkerên xwe ji axa Sûrîyê venekişînin.
Yaşar Guller Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê pêgirî ser ragirtina neqanûnî ya leşkerên welatê xwe l iaxa Sûrîyê kir û ragihand ku Tirkîyê ti pilaneke demliest ji bo derxistina hêzên xwe ji axa Sûrîyê tineye. Wî aşkira kir ku Tirkîye û Rejîma Sîyonîst muzakireyên kêmkirina gêreyê di nav axa Sûrîyê da, didomînin.
Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê ku welatê wî roleke girîng di rûxandina hikûmeta Şamê û serdestkirina komên terorîst li Sûrîyê hebû, ragihand ku Enqere hêzên çekdar ên Sûrîyê mebesta wî komên çekdar ên serdest li Şamê perwerde dike, rawêjkarîyan raberî wan dike û alîkarîyê dide ji bo çêtirbûna rewşa wan a berevanîyê.