Hezîran 03, 2025 17:24 Asia/Tehran
  • Komîsyona taybetî şopandina pêvajoya Aştiya Tirkiyê pêk tê

Serokê Meclisa Tirkiyê piştî hevdîtina bi serokên DEM Partiyê re basa destpêkirina karê komîsyoneka taybet di rojên dahatî da ji bo hilkolandina alûgorên piştî daxuyaniya jiçekirinê kir.

Numan Kûrtûlmûş destnîşan kir ku gotûbêjên ku cih hatine, bala xwe dane ser xurtkirina yekbûna netewî û jordabirina standardên demokratîk ên welêt. Kûrtûlmûş amajeyî daxuyaniya vê dawiyê kir ku ji aliyê Îmraliyê ve ji bo bidawîanîna şerrê çekdarî hate weşandin û got: Xweşbextane piştî vê ragihandinê, mijar gihîştiye astekê ku meriv bikaribe wê di çarçoveya demokrasiyê û di nava hakimiyeta netewî yanê Meclisê de bêxe ber niqaşê. Wî berdewam kir: Divê hemû partiyên siyasî bi nihêrîneka kêrhatî vê derfeta dîrokî bi awayekî dirust birêve bibin û rê ji bo destpêkirina destrûxebateka nû li welêt xweş bikin.

Serepeyv