May 28, 2025 18:10 Asia/Tehran
  • Erdogan ji ber hewlên di demajoya çekdanîna PKKê da destxweşî li DEM Partîyê kir

Serokomarê Tirkîyê amajeyî hewlên ji bo pêkanîna aştî û istiqrarê li vî welatî kir û ragihand ku hikûmeta wî ciddî ye ku demajoya çareserkirina vê meseleyê yê heta dawîyê bidomîne.

Erdogan dîyar kir ku vîna me ji bo peydakirina rêçareyekê ji bo kêeya demdirêj a li Tirkîyê ciddî û berdewam e û got: Em dibînin ku DEM Partî serederîyeke berpirsane û maqûl dike, bi nêrîna me, ev helwesta sîyasî gellekî binirx û bingehîn e.

Wî herwiha dîyar kir ku dewleta Tirkîyê bi vîneke xurt ji bo srxistina demajoya aştîyê hewil dide û got: Me pêngavên girîng ji bo dabînkirina aramî û aştîya civakî ser bingeha nêrîna dîrokî ya şirîkê me, Dewlet Bagçelî Serokê MHPê ra rakir û ragihandina çekdanîna PKK derbasbûna nav qonaxeke nû ye, me dil heye zimanekî bi kar bînin ku rêzgiritna li hemî 86 milyon welatîyên Tirkîyê bigire ber xwe.   

Serepeyv