Îzolekirina zêdetir a Imamoglu ji hêla Dezgeha Dadwerîyê ya Tirkîyê va
Di halekî da ku daxwazên ji bo azadkirina Ekrem Imamoglu Şaredarê desteserkirî yê Istenbolê, ji hêla Wezareta Dadwerîyê va bêbersiv mane, li gorî raporan, berbendên zêdetir ser wî da li Zîndana Mermere ya Silîvrîyê tên sepandin.
Ekrem Imamoglu Şaredarê Istenbolê ku nika di Zîndana Mermere ya Silîvrîyê da girtî ye, pêrgî berbendên zêdetir bûye û diqewime ku ji têklî û hevdîtina tev kesên herî nêzîk ên xwe jî were bêparkirin. Ev yek di halekî da ye ku Wezreta Dadwerîyê ya Tirkîyê heta nika himber daxwazên berdewam ên ji bo hevdîtina tev Imamoglu ti bersivek nedaye.
Sînem Dedetaş Şaredara herêma Oskodarê û endama CHPê, di kombûneke partîya xwe li herêma Silîvrî ya Istenbolê got: Qedexekiina hevdîtina tev şaredarê desteserbûyî, karekî dilnigeranker e ku nîşan dide Imamoglu bi awayekî biarmanc ji qada sîyasî tê dûrxistin.