Aboriya Tirkiyê li ber hilweşyanê, ji bêserûberiya aborî hetanî zama aborî ya bêreje
Karzanên aborî dibêjin ku heta dawiya îsal nirxa dolar li Tirkiyê dê ji 45 lîreyan derbas bibe, ku ev tê vê wateyê ku rewş ji bo beşên berhemanîn pîşesazî û hinardekirinê yên vî welatî zehmetir bibe.
Di halekê de ku 10 sal berê, Tirkiye wekî welatekî pêşketî bi aboriyek geş dihat naskirin.Lêbelê qeyrana aborî ya Tirkiyê ji sala 2013an dest pê kiriye û sal bi sal ji bo gelê vî welatî şert û mercên dijwartir çêkiriye.
Di van salan de, sozên Serokkomarê Tirkiyê RecebTeyp Erdogan ji bo baştirkirina rewşa aborî nehatin cîhanîn û niha bi mîlyonan welatiyên Tirkiyê bi zama aborî ya giran, xizanî û bêkariyê re rû bi rû ne û beşek girîng ji wan hêza kirîna xwe ji dest dane. Analîzorên aborî dibêjin ku heta dawiya îsal nirxa dolar li Tirkiyê dê ji 45 lîreyan derbas bibe, ku ev tê vê wateyê ku krîza aborî ya vî welatî dê girantir bibe.
Her ku qeyrana aborî û pirsgirêkên debara xelkê xirabtir dibin, rexnegirên Erdogan dibêjin ku tîma aborî ya Erdogan bi zanebûn amarên rastîn derbarê rewşa aboriya vî welatî belav nakin.
Ev di demekê de ye ku komên lêkolînê yên nêzîkî bazarê, sektora taybet û zanîngehan di çendîn raporan de ragihandine ku Tirkiye bo cara yekem bi zama aborî ya sê-reqemî rûbirû bûye û zama aborî ya navgîn gihîştiye sedî 108.
Zêdebûna xercên hilberînê bûye sedema kêmbûna hinardekirina kelûpelan ji Tirkiyê bo welatên din.
Di salên 2024 û 2025an de, aboriya Tirkiyê bi pirsgirêkên girîng re rû bi rû ma, ji wan zama aborî ya zêde kêmbûna, nirxa diravê neteweyî û bêîstîqrariya siyasî. Ev pirsgirêk bi girtina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu girantir bûne.a