May 26, 2025 18:25 Asia/Tehran
  • Hevserokê DBP: Em ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan li Tirkiyê ketine qonaxek dîrokî

Hevserokê DBP banga vê dawiyê ya Ebdullah Ocalan ji bo hilweşandina PKKê wekî destpêka dewreyek dîrokî di çareserkirina pirsgirêka Kurdan de da zanîn û got ku ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê, divê hikûmet û parlemana Tirkiyê ji bo pêkanîna çarçoveyeke qanûnî û siyasî demlidest pêngavan hilînin.

Hevserokê Partiya Navçeyên Demokratk (DBP) Keskin Bayîndir, di hevpeyvînekê de tekezî ser girîngiya alûgurên vê dawiyê li dosya kurdên Tirkiyê de kir û ragehand ku bi daxuyaniya Ebdullah Ocalan a 27ê Sibatê û biryarên ku di 12emîn Kongreya PKKê de hatine girtin, pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurdqn li Tirkiyê ketiye qonaxek dîrokî û bêhempa.

Bayîndir got ku van her du bûyeran ne tenê nêrîna  serdest a leşkerî û ewlehiyê ya li hember pirsgirêka Kurdan li Tirkiyê rastî  reşeke taybet  kirine  belku hevdem rê li ber derbasbûna  bo pêvajoyek siyasî û demokratîk jî vekirine. Wî got: Em li ber dewûraneke dîrokî ne. Îro divê em ser  van kiryaran biaxivin ku hikûmet û parleman divê  li bersiva biryarên kongiorê û banga Ocalan bikin.

Hevserokê DBP'ê, nîgeraniya xwe ji sistiya paşxistina saziyên hikûmeta Tirkiyê di pêvajoya aştiyê de anî ziman û xwest ku parlemana Tirkiyê berî betlaneya havînê  demlides bikeve dewrê.

Serepeyv