Girtina bi dehan kesên din ên nêzîkî Îmamoglu li Tirkiyê
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê îro 44 kesên din di çarçoveya lêkolînên dosiya gendeliyê ya Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu , girtin.
Di berdewamiya lêkolînên doza gendeliyê li şaredariya Stenbolê polîsê Tirkiyê îro 44 kesên din girtin. Di nav kesên ku hatine girtin de sekreterê taybet û rêveberê ewlehiyê yê Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û rêvebirên payebilind ên du saziyên ser bi şaredariyê tên dîtin.
Ev operasyona lêgeriyê li bajarên wekî Stenbol, Îzmîr, Trabzon û Antalya jî cih hatiye. Polîs dibêje ku lêgerîna ji bo peydakirina 5 gumanbarên din berdewam dike.
Îmamoglu, kesayetiyekî heskiriyê CHP û namzedê pêşniyarkirî yê partiyê ji bo hilbijartinên serokatiyê yên pêşber de, di meha Adarê de ligel bi dehan karmendên şaredariyê û çalakvanên aborî bi tawana gendeliyê hate girtin.
Dozgeriyê ew bi rêberiya toreke sûçkar tawanbar kiriye.