May 22, 2025 20:38 Asia/Tehran
  • Teqeziya Erdogan ser guhertina destûra bingehîn a Tirkiyê

Serokkomarê Tirkiyê ragihand ku ew êdî naxwaze ku ji bo serokatiyê bibe berbijar û got ku welatê wî hewceyê destûra bingehîn a nû ye.

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyib Erdogan îdia kir ku welatê wî di yek ji serdemên xwe yên herî aram û bihêz de ye û ragihand ku her çend ew êdî naxwaze ji bo serokatiyê bibe berbijar ew  ji ber rewşa navxweyî ya Tirkiyê dixwaze guhertinan di destûra bingehîn a welatê xwe de pêk bîne

Wî ragihand ku ew hewl dide bi rêyên dîplomatîk û gotûbêjê  bi aktorên herêmî û navneteweyî re nehêle ku krîzên berê dubare bibin  û got:  Helber siyasetên me yên nû nayên wateya vekişyana me ji siyasetên berê.

Serepeyv