Gerra nû ya xwepêşandanên alîgirên Îmamoglu li Tirkiyê
Careke din, li gor banga Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê ji bo protestokirina biryara dirêjkirina hewsa Ekrem Îmamoglu û 30 kesên din di dosiya bi navê Doza Şaredariya Stenbolê xwepêşandaneke mezin li vî bajarî hate lidarxistin.
Di xwepêşandana îro Pêncşemê li Stenbolê de, serokên partiyan daxwaza hilbijartinên pêşwext ên serokkoamriyê û bidawîanîna edaleta bijartî li dijî kesayetên dijberê partiya desthilatdar kirin.
Xwepêşandana hêrsê li Stenbolê, ser gaziya partiya herî mezin a opozîsyonê Partiya Komarîxwaz a Gel ve ji bo protestokirina biryara dadgehê ya dirêjkirina cezayê girtîgehê yê Ekrem Îmamoglu, şaredarê Stenbolê yê girtî û reqîbê sereke yê Erdogan di hilbijartinê de, hat li dar xistin.
Ev biryara dadgehê opozîsyona Tirkiyê hêrs kir û bi curekê ku wê ew wek êrişeke siyasî bi nav kir ku gefê li hevsengiya demokrasiyê li welêt dixwe.
Hakan Oglu, endamê CHP got, Em dixwezin ku hikûmet demlidest Ekrem Îmamoglu berde û em bang li Teşkîlata dadweriyê dikin ku vê dozê bêyî berçavgirtina armancên partî û siyasî hilkole.
Ev xwepêşandan bi amadebûna Serokê CHP Ozgur Ozel, serokên payebilind û bi hezaran dijberên girtina Ekrem Îmamoglû hat li dar xistin. Beşdarên xwepêşandanê daxwaza serbestberdana Ekrem Îmamoglû kirin. Li gorî gotina karzanan bi zêdebûna dengên opozîsyonê li Stenbolê ku daxwaza berdana Ekrem Îmamoglû dikin, her wiha bi zêdebûna zama aborî li Tirkiyê û daketina nirxa lîreyê, bêalîbûna hikûmeta Tirkiyê li hember pêvajoya aşitiya neteweyî li vî welatî ku bi hilweşandina PKKê dest pê kiriye û heta niha hikûmetê ti gav di vî warî de neavêtiye, îhtîmala qonaxek siyasî ya nû heye ku dikare rêya hilbijartinên pêşerojê yên li Tirkiyê biguherîne.