May 21, 2025 15:10 Asia/Tehran
  • Karayilan: Heke Tirkîye şîdetê bidomîne, em jî dê bi zimanê ku fem dike bersivê bidin

Endamê Lêjneya Navendî ya PKKê ragihand ku wan ji ezmûnên di salên 2002- 2004ê da desr wergirtîye, ti kes nikare PKKê dorpêç û serkut bike û ji nav bibe û got: Heke dewleta Tirkîyê şîdetê bidomîne, ew ê jî bi zimanê ku ew fam dike, bersivê bidin.

Mirad KTiştarayilan di axavtinekê da ku ya dema Kongira 12an a PKKê ye û medyayan îro weşandin got: Heke Ocalan di babetekê da dilnîya nebe, xwe tevlî nake. Ew di vê demajoyê da dilnîyaye, ji ber vê yekê wan jî bawerî bi wî heye. Em nikarin bawerîya xwe li dewleta Tirkîyê bînin, karnama dewleta Tirkîyê li ber çavan e. 

Karayilan herwiha got: Em di civîna Civata Fermandetîya PKKê da ku di meha Tişrîna Yekem da hat lidarxistin û 9 rojan berdewam bû gihîştin vê biryar û rêbazê ku ku şerê taybet ê xweparastinê bimeşînin herçend ku zêdetir bawerî bi Ocalan hene, lê amadekarîya şêwaza nû ya şêrr dikin û di asteke bibandor da xwedîhêz in. 

Serepeyv