Dawûdoglu: Dostanîya kurd û tirkan li Tirkîyê divê hertimî be
Serokê Partîya Siberojê ya Tirkîyê xwest ku biryara hilweşandina PKKê bê şert û merc û demlidest were pêkanîn û wî ev alugura xala destpêbûna qonaxeke nû di peywqendîyên di navbera Tirkîyê û Herêma Kurdistanê da zanî.
Ehmed Dawûdoglu derbara biryara PKKê ya xwehilweşandinê û bidawîhanîna têkoşîna bi çekê da got: Ev biryara, girîng e û divê ku zûka û bêyî şert û merc were bicihanîn. PKK divê bê şert û merc çekan dayne.
Serokê Partîya Siberojê ya Tirkîyê amajeyî peyamên rayedarên herêma Kurdistanê jî kir û ew peyam ``erênî û hêvîdarker`` bi nav kirin û hêvî kir ku ev demajo bidome.
Ehmed Dawûdoglu di dewamê da pêgirî ser girîngatîya peywendîyên dêrîn ên di navbera kurdan û tirkan da kir û dîyar kir: Dostanîya kurd û tirkan li Tirkîyê divê hertimî be.