Erdogan: Divê PKK tam çekên xwe dayne erdê
May 18, 2025 14:39 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê bal kişand ser ragihandina hilweşandina PKKê û daxwaza bêçekkirin û hilweşandina bê şert û merc a PKKê kir.
Receb Teyib Erdogan tekezî ser pêwîstiya hevkariya nêzîk û hevaheng bi hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê re ji bo şopandina pêvajoya radestkirina çekan kir, û got ku bidawîanîna terorê dikare rewşê jibo aramiya navçeyê û xurtkirina yekîtiya neteweyî li Tirkiyê xweş bike.
Erdogan her wiha hişyarî da ku ev pêvajo nabe bi mijarên siyasî an têgehên wekî Peymana Lozanê ve were girêdan û tekez kir ku yekparçetiya axê û pêkhateya yekgirtî ya Komara Tirkiyê xeta sor a hikûmeta Enqerê ye.