101 endamên Koma Terorîst a Fetoyê li Tirkiyê hatin girtin
May 16, 2025 16:22 Asia/Tehran
Polîsê Tirkiyê bi hikmê dadweriyê li 27 parêzgehên vî welatî, 101 endamên Koma Fetoyê girtin.
Ev kesane bi tawana endametiya li koma Fetoyê, hewldana ji bo birêkxistin û vejiyandina şebekeya pereyî ya vê komê hatine girtin. Elî Yêrlîkaya, wezîrê karên hundur ê Tirkiyê ragihand malên van kesane bi awayekî deqîqî ji hêla polîsan ve hatine hilkolandin û gelek belgeyên kompiyotêrê yên rêkxistinê hatine dîtin û zevtkirin. Hikûmeta Tirkiyê, Fethullah Gulen û rêkxistina wî tawanbar dike ku darbeya 151ê Tîrmeha 2016 li dar xistiye.