Dewama bombebaranên Tirkiyê li Herêma Kurdistana Iraqê
May 16, 2025 16:15 Asia/Tehran
Di halekî da ku PKK`ê bi dawîanîna çalakiyên xwe yên çekdarî û hilweşandina nijyara xwe ya leşkerî ragihandiye, Tirkiyê bi caran navçeyên curbicur ên Herêma Kurdistana Iraqê daye ber êrişên hewayî.
Kamiran Osman, endamên Rêxistina Komên Xaçparêz ên Aştîxwez(CPT), ragihand ku tenê derdora çiyayê Metîna û Geliyê Sêva nêzîkî gundê Belawe ser bi Amêdiyê, herîkêm 14 êrişên hewayî cih hatine. Li gorî gotina Osman, gundê Koyne Mij û çiyayê Gare jî 9 caran ketine ber bombeyan. Ji dema ragihadina vê biryarê ve heta nika herîkêm 31 êrişên hewayî ji aliyê Tirkiyê ve li Herêma Kurdistana Iraqê pêk hatine.