DEM Partî : Nabe şaşiyên berê li dijî Kurdan bên dubarekirin
May 15, 2025 15:00 Asia/Tehran
Hevserokê DEM Partiyê bal kişand ser wê yekê ku ew ji xeynî danîan qeyûman bo şaredariyan dixwezin proseya çareseriyê serê xwe bigre û got: Rêya xurtkirin û aramiya Tirkiyê çareserkirina pirsgirêka Kurdan e.
Tuncer Bakirhan derbarê hilweşandina PKK got: Pêvajoya çareseriyê gihîştiye qonaxek giring. Bakirhan ragehand:Serkeftina vê pêvajoyê dê êşa me sivik bike.Hevserokê DEM partiyê tekez kir ku rêya xurtkirin û aramkirina Tirkiyeyê çareserkirina pirsgirêka Kurdan e. Nabe şaşiyên berê li dijî Kurdan bên dubarekirin. Hêjayî gotonê ye ku li hilbijartinên şaredariyê yên 31ê Adara 2024an vir ve, Tirkiyê li 10 şaredariyan qeyûm destnîşan kirine.