May 14, 2025 16:23 Asia/Tehran
  • Jordaçûna bihaya sotemeniya trimbêlan li Tirkiyê

Nirxê benzîn û mazotê li Tirkiyê cardinê jorde çû.

Rêxistina Serûberkirina Bazara Enerjiyê ya Tirkiyê ragihand:Piştî guherîna bihaya niftê li cîhanê û jordeçûna nirxê diravê derve, nirxê her lîtra benzînê ji nîvê şeva Çarşemê ve, 1.5 lîre zêde bû û ji nîvê şeva sibê ve jî mazot dê 1.3 lîre jorda here. Ev pêncemîn jordebirina bihayê sotemeniyê di sala nû ya zayînî de tê hesabê.

Li gorî dawîn nirxê ragehandî bihayê her lîtreke benzînê li benzînxaneyan 45 lîre û 93 qurûş, mazot 45 lîre û 5 qurûş û gaza şil (LPG) jî bi 26 lîre û 9 qurûşî tê firotin.

Serepeyv