Daxwaza hikûmeta Tirkiyê ji PKKê jibo pêkanîna biryara xwe
Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê ragehand ku gelek kes dixwazin pêvajoya aştiyê li Tirkiyê neghêje ti encamê û hêvî kir ku PKK bi zûtî biryara xwe ya hilweşandin û danîna çekan pêk bîne.
Cewdet Yilmaz ,Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê bal kişand ser mijara danîna çekan ji aliyê PKKê ve û ragehand ku gelek kes dixwazin pêvajoya aştiyê li Tirkiyê bê encam bimîne û hêvî kir ku PKK bi zûtî biryara xwe ya hilweşandin û danîna çekan pêk bîne.
Cewdet Yilmaz, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê di axiftinê di nav medyan de diyar kir ku piştî biryara Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jibo hilweşandina xwe û danîna çekan, ew ketine qonaxek nû.
Wî her wiha got, Pêvajoya aştiyê hîna negihîştiye ti encamekê û pêngava herî girîng di vê qonaxa nû de xwehilwe]andina PKK ye. Ew çekên xwe datînin erdê û divê ev yek pêk were.
W' her wiha tekez kir ku ew rewşê ji nêzîk ve dişopînin û hêvî kir ku ev biryar bi zûtî cih were, ji ber ku ew vê yekê pir hestyar dibîne.