Berteka Erdogan li hember xwehilweşandina PKK`ê
Serokomarê Tirkiyê wek berteka li hember xwehilweşandina PKK`ê, ev kara pêngaveka girîng di rêya xurtkirina ewlehiya netewî ya Tirkiyê de da zanîn.
Receb Teyîb Erdogan got: Ev biryar destpêka dewreka nû ya di çarçoveya xurtkiirna bi hevrejiyan û biratiya di navbera hemû çîn û qatên Tirkiyê ye. Wî herwiha got: Bi wêdeçûna teror û şidetê ji hevkêşeyan, Tirkiye wê bikeve qonaxeke nû ku tê de zirûfên demokratîk ên xebatên siyasî wê zêdetir ji berê werin xurtkirin. Serokomarê Tirkiyê di dawiyê de destnîşan kir: Em wisan dihesibînin ku ev biryar hemû baskên komê yên li Sûriye, bakurê Iraqê û Ewrûpayê bigre ber xwe.
Berdevkê KCK`ê jî di vî warî de got: Ji niha û pê de çi dibe bila bibe, dê bi pêngavên hiqûqî û siyasî yên hikûmeta Tirkiyê ve girêdayî be.
Heta niha ti hevhatiname û têgihîştiname bi nivîskî yan devkî di navbera PKK û hikûmeta Tirkiyê de çênebûye.