Kêfxweşiya xelkê Tirkiyê bi taybet Kurdan ji ber xwe xwehilweşandina PKK`ê
May 12, 2025 16:22 Asia/Tehran
Xelkê Tirkiyê bi taybet kurdên vî welatî ku ji ber şerrê çekdarî yên PKK`ê, gelek êş û azar dîtine, piştî hilweşîna PKK`ê şahî li dar xistin.
Piştî xwehilweşandina Rêxistina PKK`ê, halay û govend li Diyarbekrê destpê kirin xelk govendek giran gerandin û ragihandin ku ji ber bidawîhatina çalakiyên bi çek ên PKK`ê kêfxweş in.
Alîkarê CHP`ê li Diyarbekrê, çû nav komek ji xelkê ku govend û şahî li dar xistibûn û got ku di pêvajoya Tirkiye a bêyî teror, alûgoreka girîng qewimiye. Diyarbekir yek ji wan bajarên Tirkiyê ye ku ji ber çalakiyên çekdarî yên PKK`ê gelek zirar dîtiye. Xelkê Diyarbekirê dirûşm diqêriyan û digotin, Bihêlin bila ev êşa hema nika bi dawî were, Bihêlin Tirkiye di aştiyê de bijî.