May 10, 2025 17:20 Asia/Tehran
  • Erdogan li ser kongreya PKK`ê daxuyanî da

Serokomarê Tirkiyê li ser kongreya PKK`ê got: Em bi gavên xurt ber bi Tirkiyeyeke bêyî teror ve dimeşin.

Receb Teyîp Erdogan ragihand ku Hevpeymaniya Cumhur bi hestiyariyeke mezin pêvajoya Tirkiyeya bê teror dimeşîne û got:Em bi biryar in ku welatê xwe ji belaya terorê rizgar bikin ku 40 sal in êşeke kûr daye welatiyên me yên ji her çîn û qatekê, agirê sor dixe dilê dayikan û dînamît dixe nav biratiya me ya ezelî û ebedî ya wekî neteweyekî.

Erdoxan got saziyên me yên îstîxbarat û ewlehiyê erkên xwe bi baldarî pêk tînin. Em jî bi awayekî ku li cidiyeta hikûmetê tê, bêyî ku valahiyekê bihêlin, gav bi gav xebatan dişopînin.

Em dê nekevin nav lîstika wan kesên ku dixwazin herêma me di xwîn, kabûs, rondik û bêîstîqrariyê de bixeniqînin.

Serepeyv